H’emû nûçeSereke

Cîgirê serokwezîr Mihêr Grîgoryan bayloza Fransîyayê qebûl kirîye

Cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan bayloza Fransîyayêye li Ermenîstîanê Ann Lûyo qebûl krîye. 

Bi silavkirina baylozê, cîgirê serokwezîr bayloza Fransîyayêye tezekifşkirî pîroz kirîye û daye dîyarkirinê, wekî pêwandîyên tevî Fransîyayê bona Ermenîstanê her dem girîng bûne. Bi xebitandina wê mecalê, Mihêr Grîgoryan careke mayîn piştgirîya Fransîyayêye hindava Ermenîstanêda, ya nava hemû demada, bilind qîmet kirîye.

Bayloza Fransîyayê daye dîyarkirinê, wekî wê cedandinên here mezin bidine xebatê, ku heleqetîyên ermenî-fransî diha kûrbin û berfirehbin.

Wextê hevdîtinê, hevkarîya di navbera herdu welatada hatine gotûbêjkirine.Cîgirê serokwezîr nava vê hemtêkstêda cêrge govekên hevkarîyê raber kirine.

Wextê hevdîtinê, xeberdan usa jî derheqa  helkirina pirsgirêka Qerebagêda çûye, û nava wê yekêda cîgirê serokwezîr derheqa rola koma Mînskêda xeberdaye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button