
Seredana wekîlê serokê Rûsîyayêyî li Rojhilata Navîn û welatên Afrîkayê, Mîxayîl Bogdanove li Herêma Kurdistanê, îro 1-ê kanûnê têra hatîye dîtinê. Derheqa wê yekêda têlêvîzîyona Kurdistan 24-ê ragîhandîye. Hevdîtinên Bogdanove tevî nevsên Kurdistanêye fermî, nava wanda Mesrûr Barzanîyê serokwezîr û serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, têra hatine dîtinê. Ewê usa jî rastî lîdêrê partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî bê.