H’emû nûçeSereke

Bernama leşkerîye dualî, ya sala 2O22-a, di navbera Ermenîstanê û Lîtvayêda hatîye îmzekirinê

Li avayê wezîreta Ermenîstanêye parastinê şêwirdarîyên plankirina hevkarîya Ermenîstanê û Lîtvayêye dualîye nava goveka parastinêda hatine derbazkirinê, tevî kîjanê bûne dêlêgasîyayên bi serkarîya serokê serwêrtîya wezîreta Ermenîstanêye  sîasîya parastinê Lêvon Ayvazyan û serokê serwêrtîya wezîreta Lîtvayêye parastinêye heleqetîyên navnetewî Andrîûs Pûrvanêskas.

Wextê şêwirdarîya, pirsên derheqa bêqezîyabûna herêmê û bûyarên navnetewîda hatine gotûbêjkirinê. Lêvon Ayvazyan halê li ser sînorên Ermenîstanê û  derheqa gavên pêwîste bona milahîmkirina hal, daye dîyarkirinê.

Tevbûên hevdîtinê xebatên  dualî tomerî kirine û mecalên hevkarîyê gotûbêj kirine. Li ser hîmê pevketinên destanî, bernama leşkerîye hevkarîyê, ya sala 2O22-a hatîye îmzekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button