SerekeSîyasî

HSD ê êrîşên eskerên tirkaye li Ayn Îsayê paşda dane

Du roj pêşda eskerên tirka û çekdarên wan li nehîya Ayn Îsayê êrîş kirine. Hêzên Sûrîya Dêmokratîk gavên anegor avîtine û ew êrîş paşda dane. Eskerê tirka û çekdarên wan, derbên artîlêrîyayê gîhandine gundê Sehîdê, rîya navnetewîye M4-ê û nehîya Ayn Îsayê.

Nava encamê derbgîhandinêda zyana matêrîyalî gihîştîye avtomaşîna û sîstêmên sîvîl, nava wanda usa jî xestexwena bajêr.

Nava doranên xweparastinêda hêzên Sûrîya Dêmokratîk bersiva wê yekê dane.Wana derb gîhandîye bazayên leşkerîye li gundê Sêdarê, baza “Karmaza”-yê ya ku li bakûrê nehîya Ayn Îsayêye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button