
Fermandarên hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mezlûm Ebdî bang dike, ku dijî êrîşên DAÎŞ-ye li başûrê Kurdistanê bibin yek.Ebdî serxweşî daye malbetên pêşmerga û merivên sîvîl, yên ku wextê wan êrîşa şihîd ketine.
“Em bi xemgînî dîna xwe didine êrîşên DAÎŞ-ye ser hêzên pêşmerga û Kurdistanê.
Em bi dilovanî wan mêrxasên xwe fem dikin, yên ku wextê êrîşên DAÎŞ-ê şihîd ketine.Em didine dîyarkirinê, wekî pêwîste, ku em nava şerkarîya dijî DAÎŞ-ê hevkarîyê bikin, koordînasîya leşkerîye tevayî mîyaserkin, bona ku yekîtîya miletîyê bibe pêwîstîya stratêjîye bona paşadayîna qezîya”,- Mezlûm Ebdî gotîye.