SerekeSîyasî

Serokê ŞAY: piştî sala 2O21-ê li Îraqê tu erkên şêr namînin

Serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Co Baydên îzbat kirîye, wekî hêzên Ştatên Yekbûîye sîlihkirî wê piştî sala 2O21-ê li Îraqê tu pirsên leşkerî pêşda nekişînin.

“Nava doranên stratêcîda, girêdayî tunekirina DAÎŞ-ê ra, hêzên Ştatên Yekbûîye sîlihkirî tevî hevkarên cîh dixebitin û bi destî wan, bi derbazkirina derbgîhandinên avîyasîyon li Îraqê û Sûrîyayê tên mîyaserkirinê”,-Baydên gotîye.

“Hêzên amêrîkîye li Îraqê dîsa konsûltasîya derbaz dikin, piştgirîyê didin ku hêzên îraqî û hêzên kurdên Îraqê şerkarîya dijî DAÎŞ-ê berdewam bikin”,-Baydên gotîye.

“Opêrasîyonên li Îraqê bi koordînasîyakirina tevî hukumata Îraqê û hukumata Herêma Kurdistanê tên mîyaserkirinê. Çawa ku hatîye dîyarkirinê, pêwandîyên Ctatên Yekbûîye tevî Îraqê, wê derbazî rola konsûltasîya, piştgirîyê û pevguhartina înformasîyayên cesûsî bin û piştî sala 2O21-ê rola ŞAY-ye  şerkarîyê wê tunebe”,- serokê amêrîkî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button