SerekeSîyasî

Mesrûr Barzanî: zêdebûna têrorîzmê û neqewînbûn sedemeke mîgrasîyayêne

Wezîra Brîtanîyayêye karên hundur Prîtî Patêlê serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanîra têlefon kirîye, bona ku krîzeya mihaciraye li ser sînorên Yekîtîya Avropayê gotûbêj bikin.

Hatîye ragîhandinê, wekî lîdêrê kurd, girêdayî krîzeya li ser sînorên Bêlarûsê û Polonîyayêra, usa li La-Manşêra, nerihetîya xwe daye dîyarkirinê û gotîye, wekî girînge ku piştgirîya hûmanîtarî bidine mihacira. Barzanîyê serokwezîr serda zêde kirîye, wekî zêdebûna têrorîzmê sedemeke mîgrasîyayêye. Ewî usa jî gotîye, wekî ew yek girînge ku bona pirsgirêkên mihacira Brîtanîya Mezin, Fransîya û usa jî welatên Yekîtîya Avropayêye mayîn hevkarîyê bikin.

Mesrûr  Barzanî daye dîyarkirinê, wekî Herêma Kurdistanê hazire tevî hukumata Îraqêye Fêdêral û welatên avropî piştgirîyê bidine mihacira, û yên ku dixwezin paşda vegerin wana paşda vegerînin. Xeberdan usa jî derheqa gavên dijî wan torada çûye, yên ku meriva dixapînin û dighînine wê derecê.

Wezîra  Brîtanîyayêye karên hundur, girêdayî şihîdbûna wan pêşmerga û binelîyên sîvîlra serxweşî daye, yên ku nava encamên êrîşên DAÎŞ-ê da şihîd ketine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button