H’emû nûçeSereke
Ermenîstan li başûrê Rûsîyayê tevî telîmên agirkirinên leşkerî bûye
Li başûrê Rûsîyayê, li cîhên telîmaye leşkerî, ji 15OO-î zêdetir tankîstên pareskera tevî telîmên agirkirinên leşkerî bûne. Derheqa wê yekêda ji qulixdarîya prêssayê, ya okrûga başûrê Rûsîyayê, ragîhandine.
Telîmên leşkerî pênc roja kişandine û tevî welatên mayîn usa jî Ermenîstan tevî wan telîma bûye.
“Telîmên leşkerî bi xebitandina tankên wedê niha hatine derbazkirinê. Agirkirin usa jî bi sîlihên mezin hatine mîyaserkirinê”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.
Hatîye dîyarkirinê, wekî telîm li cîhên telîmaye li qezayên Volgogradê û Rostovê, Adîgêyayê, Dagistanê, Îngûşêtîyayê, Osîya Bakûr, Karaçêvo-Çêrkêsîyayê û Qirîmê hatine derbazkirinê. Telîm nava qewilên cûre- cûreda derbaz bûne.