SerekeSîyasî

Hêzên Kurdistanêye bêqezîyabûnê li Hewlêrê koma DAÎŞ-ê girtine

Şêwira Kurdistana Îraqêye bêqezîyabûnê 18-ê kanûnê elam kirîye, wekî koma DAÎŞ-ê hatîye girtinê, ya ku qirar kiribû, ku li Hewlêra paytext êrîşên têrorîstî mîyaser bike.

Ev kom nava encamên opêrasîyonêda hatîye girtinê, ya ku tevî kirîna sîliha bûye û usa jî têrorîst hazir kirine ku li Kurdistanê û li beşên Îraqêye mayîn kirinên têrorîstî mîyaserkin. Ev merivên girtî usa jî nava êrîşa têrorîstîye 19-ê tîrmeha sala 2O21-ye li Bexdayê, tên gunehkarkirinê.

Hatîye ragîandinê,  wekî beşeke komê hê nehatîye girtinê, nava wanda usa jî lîdêrê wan Mehmed Şaban.

“Ez gelekî şa bûm, wextê ku min behsa derheqa wê yekêda bihîst ku qulixdarîya meye bêqezîyabûnê koma têrorîstî tune kirine, ya ku bona Hewlêrê qezîya bû”,- serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî Twittere–da nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button