SerekeSîyasî

Lavrêntîyêv: têrorîst li temamîya Sûrîyayê aktîv bûne

Wekîlê serokê Rûsîyayêyî pirsên Sûrîyayê Alêksandr Lavrêntîyêv elam kirîye, wekî alîyê rûsa girêdayî wê yekêra nerihete, ku komên têrorîsta li Sûrîyayê aktîv bûne. Bi gotina wî, çekdar li temamîya Sûrîyayê aktîvîya xwe didine kifşê.

“Ew yek nikare me nerihet neke, wekî van axirîya komên têrorîstî aktîv bûne. Ew ne tenê li bakûrê Sûrîyayê, lê li temamîya welêt aktîv bûne”,-Lavrêntîyêv gotîye.

Bi gotina wî, Rûsîya tevî Tirkîyayê bona halê li bakûrê Sûrîyayê nava hevkarîyêdane û dibîne ku xwestina Enqerê bona helkirina hal heye.

Li paytexta Qazaxstanê ji 21-ê kanûnêda , girêdayî pirsa Sûrîyayêra, hevdîtina navnetewî destpê bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button