H’emû nûçeSereke

Sala 2O22-a Avrovîzîyona zaroka wê li Ermenîstanê derbzbe

Yekîtîya kampanîyayên avropî û têlêvîzîyona Ermenîstanêye Civakî bi fermî elam dikin, wekî bi saya serkeftina Ermenîstanêye wextê lehca  “Avrovîzîyona zarokaye 2O21”, lehca sala 2O22-a wê li Ermenîstanê derbazbe.

Em bêjin, wekî Malêna 14 salîye ji Ermenîstanê, wextê wê lehca stiranaye li Avrovîzîyona zaroka, 224 qal  stendin.Bona wê xelatê 19 welat tevî lehcê dibûn.

Eva cara dueme ku Ermenîstan nava wê lehca stiranada ser dikeve. Sala 2O22-a Ermenîstanê cara duem Avrovîzîyona zaroka li cem xwe bi mêvandarî qebûlke.

Roja lehcêye sala 2O22-a û cîhê wê wê nava mehên nêzîkda bêne îzbatkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button