H’emû nûçeSereke
Kandîdata serokê Fransîyayê bi seredana “xewile” çûye Qerebagê
Kandîdata serokê Fransîyayê Valêrî Pêkrês, ya ku bi seredan li Ermenîstanêye, çûye Qerebaga Çîya.
Şiroçîyê sîyasî, yê kanala fransîye France Télévisions e Jyûlên Nênî Twittere da derheqa seredana Pêkrêsêda nivîsîye.
«Valêrî Pêkrês îro çûye Qerebagê û ew rastî lîdêrên sîyasîye li wir hatîy»,- ewî nivîsîye.
Bi gotina rojnamevan, ev seredan li prêssayê, bi berfirehî, nehatîye belakirinê, çimkî merem ew bûye, ku bêqezîyabûnê bidine xweykirinê.Valêrî Pêkrêsê, wextê birîfînga li Yêrêvanê bangî Adirbêcanê kirîye, ku hemû dîlên ermenî paşda vegerînin.