H’emû nûçeSereke

Kandîdata serokê Fransîyayê ketîye nava navnîşa Bekûyêye “reş”

 Adirbêcanê navê kandîdata serokê Fransîyayê Valêrî Pêkrêsê, rûyê seredana li Arsaxê, kirîye nava navnîşa “reş”.

Prêssa Adirbêcanê ragîhandîye,wekî wekîlê Fransîyayêyî wedelû, yê li Adirbêcanê, gazî wezîreta karên der kirine. Li wezîreta Adirbêcanêye karên der nota şikyatkirinê teslîm kirine û dane dîyarkirinê, wekî seredanên wî cûreyî zyanê didine heleqetîyên Adirbêcanê û Fransîyayêye  dualî.

Wextê seredana li Ermenîstanê, Valêrî Pêkrês rastî serokkomarê Ermenîstanê Armên Sargsyan, wezîrê karên der Ararat Mîrzoyan, serokê parlamêntê Alên Sîmonyan, patrîyarxê temamîya ermenîya Garêgînê Duda hatîye.

Ew çûye komplêksa bîranînê, ya komkujîy Ermenî û usa jî li paêtêona leşkerîye Yêrablûrê qesidîye.

Paşê Valêrî Pêkrês çûye Arsaxê, li kîderê rastî serokatîya cîh hatîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button