H’emû nûçeSereke

Dasekinandina Sovyêta berê wê nebe

Roja îroyîn ez dikarim bêjim, wekî dasekinandina formata Yekîtîya Sovyêtêye berê tiştê bûyînê nîne.Derheqa wê yekêda wezîrê Arsaxêyî karên derî berê û usa jî bayloz Arman Mêlîkyan gotîye.

“Bi texmîn serokê Rûsîyayê jî wê yekê baş fem dike.Lê belê, ew pêşîya belavbûna wan fikira nagire.Fikira derheqa dasekinandina Sovyêta berê dikare tenê bi cûrê şuxulkarîya yekbûna Rûsîyayê û Bêlarûsê bibe”,- ewî gotîye.

Bi gotina wî, ji alîkîva Vladîmîr Pûtîn dibêje, wekî meremê Moskvayê tune ku paşda vegere ser qeydê berê, lê ji alîkî mayînva jî nava pirêsa rûsîda tê kifşê, wekî propaganda aktîve derheqa Sovyêta berêda tê belavkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button