SerekeSîyasî

Dilşad Şehab: ŞAY wê piştgirîya bona Kurdistanê berdewam bike

Şêwirmendê serokê Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab dibêje, wekî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî soz daye ku piştgirîya bona Kurdistanê wê berdewam bike.

Wextê axaftina li ber rojnamevana, Dilşad Şehab gotîye, wekî partîyayên kurda wê rola xweye nava sazkirina hukumata Îraqêye nûda bilîze lê ewê piştgirîya tu partîyake îraqî neke.

Derheqa hibijartinên parlamêntîyêye li Herêma Kurdistanê ewî daye dîyarkirinê, wekî hilbijartin wê wedê xweda derbazbin.

Derheqa derxistina eskerên Ştatên Yekbûîye ji Îraqê û Kurdistanê, Şehab gotîye, wekî rola hêzên amêrîkîye li herêmê hatîye guhartinê û rola wan hêza werguhêzî ya konsûltatîvî û hînkirinê bûye. “Nevsên amêrîkîye fermî îzbat kirine, wekî ewê dîsa piştgirîya Kurdistanê bikin”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button