
Li Bahçêlîêvlêrê merivên bi kêra sîlihbûyî ketine avayê HDP-ê, li kîderê du endamên partîyayê birîndar kirine.
Ew êrîş wî çaxî qewimîye, wextê ku rojtira mayîn gerekê prosêsa mehkema wî merivkujî destpêbûya, yê ku pêşda ketibû ofîsa HDP-ê û Dênîs Poyraz kuştibû. Ew yek 17-ê hezîrana sala 2O21-ê qewimîye.