SerekeSîyasî

HDP tevî partîyayên opozîsîyon derheqa hilbijartinên ji wede zûtir gotûbêj dike

Hevserokên HDP-ê rastî lîdêrên partîyayên Tirkîyayêye opozîsîyon hatine û bang kirine, ku li parlamêntê tevayî cedandina bidine xebatê, bona ku pirsa hilbijartinên ji wede zûtir bikine nava rojevê.

Perwîn Bûldan û Nîthat  Sankar rastî Ahmed Daûdoglû, Elî Babacan û Kemal Kiliçdaroglû hatine.

Lîdêrên HDP-ê pêşnîyarî wan kirine, ku ew li parlamêntê bibin yek û bighîjine rojeva derheqa derbazkirina hilbijartinên ji wede zûtir.Em bêjin, wekî ji sala derbazbûyîda partîyayên opozîsîyon bang dikin ku hilbijartinên ji wede zûtir bidine derbazkirinê, lê van axirîya jî ew bang dîsa hatine wekilandinê, wextê ku êkonomîka welêt gelek zyanê ket.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button