H’emû nûçeSereke

Îsa hate rûbarê dinîyayê

Ew milet û welat, bona kîjana bûyîna Îsa Mesîh sîmvola sala nûye, zûva îdî mûmên eyda zyaretî vêxistine. Dêra ermenî himberî dêra katolîk roja bûyîna zyaretî 6-ê meha çile dide kifşê. Hetanî sedsala çara bona hemû xirîstîyana 6-ê meha çile bûye çawa roja bûyîna zyaretî. Her miletek bi cûrê xwe wê yekê qebûl dike. Ronî piştî qebûlkirina xrîstîyanîyê dîsa eydên kevinare dane kifşê. Paşê dêra Romayê helkirineke cuda daye wê pirsê. Mesele, 25-ê kanûnê roja hebandina royêye û ew roj bona hemûya bûye cejin. Bona helkirina wê pirsê dêra Romayê ji sala 336-a ewê rojê çawa roja bûyîna Îsa Mesîh elam kirîye. Peyî wê yekêra, bawar bikî li temamîya rohilatê destpê kirin 25-ê kanûnê çawa cejina Îsa Mesîh bidine kifşê, lê 6-ê meha çile ma çawa roja zyaretî. Dêra ermenî destpê kirîye ji êvara 5-ê meha çile ewê cejinê bide kifşê. Ewê êvarê li hemû dêra agirê çirayê tê vêxistinê. Piştî wê yekê her merivek ji wî agirî dibe mala xwe. Agirê çîya ew ronahîye, bi kîjanê rê nîşan kirine berbi Îsayê Zarok. 6-ê meha çile piştî teşkîldarîya dêrê, duakirina avê derbaz dibe, kîjan sîmvola Îsaye li çemê Îordanêye. Peyî wê yekêra ew ava duakirî belayî li ser cimetê dikin. Wextê wê cejinê nava cêrga teşkîldarîyada li cem ermenîya tiştek jî heye. Piştî cejinê meriv keşîş teglîfî li mala xwe, yanê jî li cîyê xebata xwe dikin, ku ew li wir dua bike. 7-ê meha çile, piştî cejinê, bîranîna mirîyaye û bo wê yekê jî her yek li cîyên megberên mirîyên xwe diqesidin. 13-ê meha çile cêrga cejina ser hevda tê û ewê rojê pêşkêşî Îsayê Zarok dikin. 25-ê kanûnê hemû dêrên xirîstîyana çawa roja Eyda Zyaretî didine kifşê. Tenê dêrên rûsa, sêrba, orşelîmê, gurca 7-ê meha çile çawa roja bûyîna Zyaretî kifş dikin. Anegorî tradîsîyayê Papê Romayê dua dike û gunekara bi duayê xwe afû dike. Nêzîkî bi 6O zimana ew berbirî cimetê dibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button