
Îdara mexsûs, ya Kurdistana Îraqê, ya ku pirsên êzdîyên revandîva mijûl dibe, keçeke êzîdî jî li qampa Sûrîyayêye Al Xolê dîtîye, ya ku sala 2O14-a hatibû revandinê. Li qampa Al Xolê girtîyên DAÎŞ-ê û endamên malbetên wan tên xweykirinê.
Hatîye ragîhandinê, wekî keça 19 salî wê van rojên nêzîk paşda vegerînine Şengalê, li kîderê ewê bighîje endamên malbeta xwe.
Em bêjin, wekî bi saya cedandinên hukumata Herêma Kurdistanê, 355O êzdî hatine dîtinê, yên ku sala 2O14-a ji alîyê DAÎŞ-da hatibûne revandinê. Bona dîtina 28OO merivên başqe xebat berdewam dibin.







