H’emû nûçeSereke

Ji qetlkirinên ermenîyaye li Bekûyê îdî 32 sal derbaz bûne

32 sal pêşda, ji 13-a hetanî 19-ê meha çileya sala  199O-î, li paytexta Adirbêcanê Bekûyê bi deha hezara ermenî hatine qetlkirinê û bi destê zorê hatine cîşihitandinê. Armênprêssê ragîhandîye, wekî nava encamên barbarîyên şeş rojada 25O OOO binelîyên esilê xweda ermenî ji bajêr hatine derxistinê.

Qetlkirinên wî çaxî ji alîyê enîya Adirbêcanêye miletîyêda hatibûne teşkîlkirinê, lê serokatîya welêt jî piştgirî dida wan. Pêla hîstêrîya dijî ermeîya hê sala 1988-a destpê bibû.Piştî mîtînga 13-ê çileya sala 299O-î, komên teşkîlkirî diketine malên ermenîya û zordarî hindava wanda didane kifşê, ew dikuştin, wana dixistin, jin dişuhurandin, gelek meriv jî şewitandin. Ji sala 1988-a hetanî 199O-î rûyê wan qetlkirinada, ji 5OO-î hetanî 6OO ermenî hatine kuştinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button