Hêzên tirkaye li provînsîya Nînêvîyayê êvara şemîyê bi çend rokêta hatine êrîşkirinê. Derheqa wê yekêda hêzên kurdaye antîtêrorê elam kirine.
Baza leşkerîye “Zîlkan” hatîye êrîşkirinê û hêzên trka bersiva wê êrîşê dane. Derheqa zîyna meriva û matêrîyalîda înformasîya nehatine stendinê. Tirkîyayê hetanî niha derheqa vê êrîşêda şirove nekirîye.Ev baza çend cara bi rokêta hatîye êrîşkirinê. 27-ê kanûnê du rokêt berdane berbi wê bazayê. Nava encamê êrîşeke mayînda jî lî leşkerekî tirk hatibû kuştinê, lê du merivên mayîn jî birîndar bûne.