SerekeSîyasî

Çekdarên ku li Lîbîyayê ji alîyê Tirkîyayêda hatine xapandinê tevrabûna teşkîl dikin

Du meh pêşda komeke kirêkirîyên ji Sûrîyayê ji alîyê Tirkîyayêda şandine Lîbîyayê, ku ew kom dewsa koma pêşîya wêda bimîne. Hukumata Tirkîyayê îzinê nade ku kirêkirîyên Lîbîyayê bona hêsabûnê bêne malên xwe, nenihêrî wê yekê, wekî ew hîvî dikin ku îzina wan bidin ku paşda vegerine Sûrîyayê. Derheqa wê yekêda merkeza Sûrîyayêye mafparêz elam kirîye.

Merkezê daye dîyarkirinê, wekî hukumata tirka hindava wan çekdara şantajê dike û miaşa wane bi hevra pevketî nade, bona ku wan çekdara li Lîbîyayê bi wedê dirêj bihêle.Merkezê daye dîyarkirinê,wekî gelek kirêkirî bangî lîdêrên xwe dikin ku wana paşda vegerînine Sûrîyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button