H’emû nûçeSereke

Parlamêntvanên HDP-ê dewa derbazkirina lêpirsîna bona zelalkirina kuştina Dînk raber kirine

Girêdayî 15 salîya kuştina rojnamevanê esilê xweda ermenî Hrant Dînkra, parlamêntvanên ji HDP-ê dewekarîya xwe raber kirine, ku lêpirsîna parlamêntîyê bona zelalkirina kuştina Dînk derbazkin.

Hrant Dînk 19-ê çileya sala 2OO7-a li ber ofîsa rojnama “Akos”-ê hatîye kuştinê. Ogyûn Samastê miletçî, yê ku wextê kuştina  Dînk hê xortê negihîştî bû, sala 2O11-a cezayê girtina 22 sala stendîye, lê hene pirs, anegorî kîjana tê dîyarkirinê, wekî hêzên dewletê jî tevî wê kuştinê bûne.

“Şuxul usa pêşda nediçû, ku nezelalîya kuştina Dînk bihata eşkerekirinê û heqîtî bihata çareserkirinê”,- parlamêntvanên HDP-ê Sarûxan Olûç û Mêral Bêştaş gotine. Parlamêntvana dane dîyarkirinê, wekî merivkuj bi xwestina sîyasî parastî bûn, yên ku li ber mehkemê sekinîn, lê anegorî wê yekê nehatine cezakirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button