H’emû nûçeSereke

Bi texmîn, destpêbûna dew û doza Qerebagê li ser dereca navîne: raport

Merkeza amêrîkîye kirinên îzinnedayînê (Center for Preventive Action),  ya şêwira heleqetîyên der (Council on Foreign Relations), raport belav kirîye, kîjanêda derheqa dew û dozên globalda, derheqa girîngîya dew û dozada û hukumê berjewandîyên Ştatên Yekbûîye nava wê hemtêkstêda hatîye dîyarkirinê. Meremê raportê ewe, ku nava pirsa hazirkirina sîyasîya derda piştgirîyê bidine admînîstrasîya amêrîkî.

Raport  dew û doza pareveyî ser sê koma dike. Ji 11 OOO-a zêdetir nevsên amêrîkîye fermî, pêşezanên pêwandîyên der, şiroçî û pêşezan bersivên pirsên merkezê didin, nava encamê kîjanada dew û doz li ser sê dereca pareve dibin.

Dew û doza di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda jî ketîye nava raporta merkezê, anegorî kîjanê dew û doza Qerebagê dikare careke mayîn rûyê halê sertî di navbera Tirkîyayê û Rûsîyayêda destpê bibe. Bi qîmetkirina raportê, halê sert li ser dereca navîne,  hukumê kîjanêyî nimiz li ser berjewandîyên amêrîkî heye û bona Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî kemala wêye stratêcî tune.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button