SerekeSîyasî

Wezîrê pêşmerga: hêzên îraqî bona bêqezîyabûna Şengalê cabdarin

Polîsîya Îraqa fêdêral û hêzên wêye bêqezîyabûnê li nehîya Şengalê hêzên xwe cîhwar kirine û bona bêqezîyabûna vê nehîyê cabdarî dikeve li ser hêzên îraqî. Derheqa wê yekêda wezîrê Kurdistana Îraqêye pêşmerga  Şoriş Îsmayîl gotîye.

Ev elametî ewî peyî serhevdahatina telîmên pêşmergaye roja yekşemê elam kirîye.

Bi şirovekirina derheqa êrîşên DAÎŞ-ye van axirîya, wezîr gotîye, wekî li her cîha jî têrorîzm qezîyayê raber dike.Ewî daye dîyarkirinê, wekî pêwîste ku hevkarîya di navbera Hewlêrê, Bexdayê û hevkarên navnetewî her dem hebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button