H’emû nûçeSereke
Sînorkirinên girêdayî nexweşîya koronavîrûsêra hatine milahîmkirinê
Anegorî qirara hukumata Ermenîstanê, nava sînorkirinên girêdayî nexweşîya koronavîrûsêra, guhartin hatine kirinê.
Niha destûr hatîye dayînê, ku merivên ku li firegehê diçin pêşîya meriva, dikarin bikevine serayê. Bona merivên ku ji der tên wedê karantînê hatîye kêmkirinê. Dewsa 14 rojên karantînê niha ew hejmar gihîştîye hevta. Ev qanûn ji roja îroyînda îdî dişuxulin.