Firegeha Bexdayêye navnetewî bi rokêta hatîye êrîşkirinê.Ew êrîş berbanga 2-ê sibatê qewimîye.Hatîye dîyarkirinê, wekî tu kes zîyanê neketîye. Li ser têrîtorîya firegeha Bexdayê baza Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye.
Pênc roj pêşda jî firegeha Bexdayê hatibû êrîşkirinê, nava encamê kîjanêda teyareke sîvîl zyanê ketibû. Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî elam kirîye, wekî nava encamê lêpirsîna wê kirina têrorîstîda, çend têrorîst eyan bûne.