H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyan elam kir, wekî pêla kronavîrûsê nava hevtêkêda wê dîsa zêdebe

Li Ermenîstîanê  belavbûna nexweşîya koronavîrûsê berdewam dibe. Çawa ku  «Armênprêss»-ê ragîhandîye, derheqa wê yekêda serokwezîr Nîkol Paşînyan li civîna hukumatêye 3-ê sibatê elam kirîye.

 «Hejmara nexweşa herroj zêde dibe, îro  bi taybetî  4388 bûyarên nû hatine îzbatkirinê.Vê  gavê 1543 welatî  nexweşin, ji wana 256 yan 16,6 selef hatine vaksînasîyakirinê».

Nîkol Paşînyan elam kir, wekî pêla koronavîrûsê nava hevtêkêda wê zêdebe.

 «Him algorîtmên me hene, lê hêvî heye ku hejmar ji ya ku me hêvî dikir zêdetir nebe.Em niha mecala digerin, ku li ber pêla nexweşîyê ber xwe bidin»,- Paşînyan got.

Wezîra saxlemîxweykirinê Anahît Avanêsyanê j sirîya xweda got, wekî çar selefê nexweşên pozîtîv hewcene bêne hospîtalîzasîyakirinê.

 «Vê gavê sîstm  dixebite, ku pêşîgirtina nexweşîyê bigre û alîkarîya doxtirîyê nîşande»,-Avanêsyanê daye kivşê.

 «Vê gavê doza vaksînasîyayêye  ewlin 46,3 selefê binelîya stendîye, lê doza tomerî 37 selef»,- Avanêsyanê gotîye.

Nîkol Paşînyan selefê vaksînasîyayê gelekî nimiz hesab dike, daye kifşê, gerekê mecala bigerin, wekî reqema vaksînasîyayê bê zêdekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button