Anegorî îndêksa dêmografîyayêye sala 2O21-ê Ermenîstan nava herêmêda cîhê ewlindane

Merkeza mêdîyayêye “The Economist” ê îndêksa dêmografîyayêye sala 2O21-ê belav kirîye, anegorî kîjanê dewlet pareveyî ser çar koma dibin: dêmokrasîya tam, dêmokrasîya netame, qeydê serkarîkirnêyî hîbrîdî û rêjîma avtorîtar.
Wextê hazirkirina raportê, pêşezan pênc faktorên hîmlî hesab hildidin: pêvajoyên hilbiajrtina û pirosêsa pirfikirîyê, kardarîya hukumatê, kûltûra sîyasî û azayên sîvîl.
Ermenîstan çawa welatê bi desthilatdarîya hîbrîdî tê hesabê. Anegorî qîmetkirinên pêvajoyên hilbijartina û pirfikirîya meriva, ew qîmet 7,5O-ye, kardarîya şuxulkarîya hukumatê 5,71-ye, kûltûra sîysî 3,13-ye û azayên sîvîl 5-e.
Bi van qîmetkirina, anegorî îndêksa sala 2O21-ye dêmokrasîyayê, Ermenîstan cîhê 89-dane.
Li herêmê tabîya Ermenîstanê ya here başe. Anegorî raportên cûre-cûre gelek cara Gurcistan cîhê pêşindane.Vê carê Gurcistan ketîye cîhê 91-ê. Peyî Gurcistanêra, Tirkîyaye.Sê welatên mayîn, Rûsîya, Adirbêcan û Îran çawa welatên avtorîtar hatine qîmetkirinê.







