SerekeSîyasî

Tirkîya gefa duxwe, ku wê weşanên «Deutsche Welle” ê, “Dengê Amêrîka”-ê û “Euronews” ê bide qedexekirinê

Serokatîya Tirkîyayê gefa duxwe, ku wê weşanên “Deutsche Welle” ê, “Dengê Amêrîka”-ê û  “Euronews” ê bide qedexekirinê. Derheqa wê yekêda rojnama almanîye  “Der Tagesspiegel”-ê nivîsîye.

Desthilatdarîya Tirkîyayêye weşanê elam kirîye, wekî ev hersê ajansên înformasîyon gerekê bona stendina lîsênzîyayê erzên xwe raberkin. Heger ev yek neyê kirin, ev kanal wê li ser têrîtorîya Tirkîyayê bêne girtinê.Pêşda serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan gef xweribû, wekî wê dijî wê yekê gav bêne avîtinê, çimkî ew dijî berjewandîyên miletîyê gava diavêjin.

Qirar gerekê nava hevtêkê yan deh rojada bê belavkirinê.Piştî wê yekê 72 sehet bona wan kanala dimîne ku ew erzên xwe bidin û lîsênzîyayê bistînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button