H’emû nûçeSereke

Ders û forûmên zimanê ermenî wê belaş bêne derbazkirinê

Têra tê dîtinê li Ermenîstanê merkeza întêgrasîyakirina ermenîyên ku paşda tên  welêt, bidine vekirinê. Niha ew xebat nava êtapa aktîvdanin. Derheqa wê yekêda koordînatora wê progiramê Margarîta Bagdasaryanê gotîye. Ewê daye dîyarkirinê, wekî bona wê yekê fonda “Hovnanyan”-ê  cîh daye û niha xebatên çêkirinê derbaz dibin.Nava şeş mehada merkezê bê vekirinê.

“Emê bicêribînin her pirseke paşdahatina ermenîyên li welatên der, bidine helkirinê. Hetanî barên wan jî emê bidine cîguhastinê. Pirsa merkezêye hîmlî wê ewbe, ku ermenîyên li welatên der hêsa bikaribin paşda vegerin”,-Bagdasaryanê gotîye.

Ewê daye dîyarkirnê, wekî li merkezê usa jî dersên zimanê ermenî, forûm û teşkîldarîyên başqe wê bêne derbazkirinê, ku ew meriv bikaribin xebatê bibînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button