H’emû nûçeSereke
Mehên sibatê-gulanê li Arsaxê wê telîmên agirkirina derbazbin
Li Komara Arsaxê, mehên sibatê-gulanê wê telîmên bona hazirkirina agirkirinê bêne derbazkirinê. Derheqa wê yekêda Armênprêssê li ser hîmê elametîya şêwira Arsaxêye bêqezîyabûnê, ragîhandîye.
“Bi meremê başkirina karebûnên welatîyên Arsaxêye leşkerî, bi înîsîyatîva sêkrêtarê şêwira bêqezîyabûnê Vîtalî Balasanyan, mehên sibatê-gulanê li Arsaxê wê telîmên agirkirina derbazbin, yên ku wê li ser hîmê baza eskerê Parastinêye matêrîyalî bêne derbazkirinê”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.
Tevî wan telîma wê bibin him xebatkarên organên serkarîkirina komarê, usa jî xebatkarên îdarên cuda-cuda.