H’emû nûçeSereke

Sûrên Papîkyan bayloza Fransîyayê û wekîlê leşkerî qebûl kirine

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan bayloza Fransîyayêye li Ermenîstanê Ann Lûyo û wekîlê leşkerî Frêdêrîk Kampos qebûl kirine.

Wezîrê parastinê dereca pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Fransîyayêda bilind qîmet kirîye û bona paşdavegerandina dîlên ermenîye leşkerî, usa jî piştgirîya Fransîyayêye bona pirsên îzbatbûna aşîtîyê û qewînbûnêye li herêmê, razalixî elam kirîye.

Bi hîvîkirina Lûyoya bayloz, wezîr halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya raber kirîye.Wextê hevdîtinê usa jî pirsên hevkarîya dualîye nava goveka parastinê û bêqezîyabûna herêmîda, hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button