H’emû nûçeSereke
Tirkîya kanîya neqewînbûnêye: parlamênta Avropayê
Parlamênta Avropayê nava raporta bi sernavê “Derheqa seyaseta Yekîtîya Avropayêye bêqezîyabûnêda û parastinêda” Tirkîya çawa “kanîya neqewînbûnê” nav kirîye.
Derheqa wê yekêda ajansa Armênprêssê ragîhandîye.
Raportêda kirinên Tirkîyayêye dijî welatên Yekîtîya Avropayê, bi taybetî Yûnanistanê û Qibrisê, usa jî qezîyayên dew û dozên leşkerîye li rojhilatê hatine gunehkarkirinê.
Hatîye dîyarkirinê, wekî nenihêrî hewildanên milahîmkirina hal, kirinên gemîyên tirkaye provokasîyon û qezîyayên agrêsîv mafê navnetewî diteribînin.Raportêda usa jî hatîye dîyarkirinê, wekî Yekîtîya Avropayê dikare mecalên xwe bide xebatê, ku welatên endamên wê û berjewandîyên wê, usa jî qewînbûna herêmî, bêne parastinê.