H’emû nûçeSereke

Okûpasîya navkirina cîha berdewame

Serokatîya Adirbêcanê bi întênsîvî okûpasîya navkirina cîhên Arsaxê û Ermenîstanê berdewam dike.

Prêssa Adirbêcanê ragîhandîye, wekî serokê wî welatî Îlham Elîyêv bangî bîznêsmêna dike, ku li wan cîha bîznêsên xwe dayînin.Wextê hevdîtina bi vîdêokonfêransê, Elîyêv gotîye, wekî bîznêsmên gerekê guhdarîya xwe bidine ser wa gotî “têrîtoîyayên azakirî” û li wir bîznêsên xwe dayînin.

Dijwar nîne, meriv fem bike, ku Elîyêv bi gotina “têrîtorîyayên azakirî” derheqa Arsaxê û Zangêzûrêda dibêje.

Em bîr bînin, wekî Zangêzûr qezake Ermenîstanêye, ya ku ji alîyê hevkarîya azêrîya-tirkada hatîye binçevkirinê.Piştî agrêsîya Adirbêcanê û Tirkîyayê  admînîstrasîya Elîyêv gaveke fêlbazî fikirîye, li Adirbêcanê nehîya bi navê “Zengêzûra rojhilatê” pêşda kişandîye. Hinek şuxulkarên rojavayêye sîyasî serê xwe dikine nava wê fikirdarîyê û dibêjin, wekî Zangêzûr topraxa azêrîyaye.Çetin nîne meriv bê ser wê  fikirê, wekî bi vê yekê meremekî başqe danîne pêşîya xwe. Elîyêv her dem vê gava fêlbaz dide xebatê û navên azêrî datîne li ser cîhên cuda-cuda.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button