H’emû nûçeSereke
Li Yêrêvanê civîna byûroya “Avronêst”-ê ya civîna parlamêntîyê derbaz bûye
21-ê sibatê li Yêrêvanê civîna byûroya “Avronêst”-ê ya civîna parlamêntîyê derbaz bûye. Tevî civînê bûne usa jî dêlêgasîyayên ji welatên hevkarîya Rojhilatê: Ermenîstanê, Gurcistanê û Ûkraînayê, usa jî dêlêgasîyayên komên parlamênta Avropayêye sîyasî.
Wextê civînê parlamêntvanên welatên hevkarîya Rojhilatê şuxulkarîyên sîyasîye li welatên xwe raber kirine. Pirsên halê sîyasî û bêqezîyabûnêye li Yekîtîya Avropayê û li herêma hevkarîya Rojhilatê hatine gotûbêjkirinê.