Steyrkên fûtbolêye berê Robêrto Karlosê ji Brazîlîyayê û Patrîk Klyûyvêrtê ji Nîdêrlanda çûne Hewlêrê kö tevî lîstika hevaltîyê bibin.
Li firegeha Hewlêrêye navnetewî, serokê qeza Hewlêrê Omêd Xoşnav û serokbajar Nebaz Ebdilhemîd ew pêşwazî kirine.
Fûtbolêstên kurdayî eyan jî wê tevî wê lîstikê bibin.
Omêd Xoşnav fûtbolîstara derbazkirina wedê baş xwest û bi hêvîdarî got, wekî mêvandarîya kurda wê li wan xweş bê.