
Hêzên Sûrîya Dêmokratîk rola mezin nava wê yekêda dilîzin, ku DAÎŞ li Sûrîyayê binkeve û careke mayîn serê xwe bilind neke. Derheqa wê yekêda koalîsîyona bi serkarîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî elam kirîye.Nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê, wekî bi saya cedandinên HSD-ê îdî cî tune ku DAÎŞ bireve.
“Şerkarîya meye dijî DAÎŞ-ê berdewame û em tevayî diha qewatin”,- nava Twittera koalîsîyonêda hatîye gotinê.