Li palata Yêlîsêyê hevdîtina Paşînyanê serokwezîr û Makronê serok derbaz bûye

Li palata Yêlîsêyê hevdîtina Paşînyanê serokwezîr û Makronê serok derbaz bûye.
Wextê qisa derbazbûyî, derbazkirina hemcivîna “Ermenîstan-Fransîya” girîng hatîye hesabkirinê û hatîye gotinê, wekî ewê bona pêşxistin û berfirehkirina hevkarîya dualîye nava govekên cuda-cudada nîşaneke başbe.
Hatîye dîyarkirinê, wekî hevkarîya ermenîya-fransizaye li ser dostîyê hîmdanî wê pêşerojêda qewateke nû bistîne.
Wextê hevdîtinê usa jî halê dora Qerebagê hatîye gotûbêjkirinê. Serokwezîr her cêribandineke bona sertkirina hal çawa ya îzinnedayînê hesab kirîye û gotîye, wekî çawa li Arsaxê, usa jî li ser sînorê ermenîya-azêrîya provokasîyayên Adirbêcanê berdewam dibin, rûyê çida 7-ê adarê leşkerekî ermenî bûye cangorî û yek jî birîndar bûye.
Tevbûyên rasthatinê helkirina pirsgirêka Qerebagê ya nava hemsedirtîya koma Mînskêda û mîyaserkirina elametîyên sêalîye piştî şerê 44 roje îmzekirî, girîng hesab kirine.
Nîkol Paşînyan û Êmanûêl Makron derheqa şuxulkarîyên nava meydana navnetewîda xeberdane.







