H’emû nûçeSereke

Elîyêv mîrasa Arsaxêye dîrokî dide tunekirinê: parlamêntvanê parlamênta Avropayê

Serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv hemû tiştî dike ku jîyana binelîyên Qerebagê bê tunekirinê. Şerên ku dijî Qerebagê hatine mîyaserkirinê, hiznekirina Elîyêv ya hindava cimeta Qerebagê didine dîyarkirinê. Derheqa wê yekêda parlamêntvanê parlamênta Avropayê Pîtêr Van Dalên, wextê gotûbêjkirina pirsa derheqa tunekirina mîrasa Qerebagêye  çandî, gotîye.

“Opêrasîyonên leşkerî  û têror her roj berdewam dibin. Jîyana binelîyên Qerebagê bin qezîyayêdane. Her roj gulebarandin, girtin û tiştên mayîn dijî ermenîya tên mîyaserkirinê. Gelek merivên bêser-berate undabûyî jî hene”,- parlamêntvanê Avropayê gotîye.

Bi gotina wî, Elîyêv mîrasa dîrokîye li Qerebagê tune dike. “Mexber, avayên dîrokî, heykel û dêr bi zanebûn  ji alîyê rêjîma Adirbêcanêda tên wêrankirinê”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button