H’emû nûçeSereke

Ûkraînayê qezîya şerê atomî daye modêrnîzasîyakirinê

Em bi yazixî dibêjin, wekî li Ûkraînayê û halê dora wê careke mayîn qezîya şerê atomî pêşda kişandine. Fikira vî cûreyî serokê partîya “Komar” ê Aram Sargsyan  elam kirîye.

Aram Sargsyan usa jî  derheqa halê dora stansîyayên Ûkraînayêye atomî xeberdaye. Bi gotina wî, şuxulkarîya stansîyayên Ûkraînayêye atomî ne tenê kontrola leşkerên rûs yan jî Ûkraînayêyva girêdaîye. Sargsyan gotîye, wekî diqewime topeke ji alîkî bikeve ser rêaktora stansîyake atomî, wî çaxî qezîya global dikare biqewime.

Derheqa halê dora Ûkraînayê ewî daye dîyarkirinê,wekî diha başe nava vî halîda Ermenîstan gerekê li ser tabîya nêytralbe. Wî alîda ewî tabîya serokatîya Ermenîstanê çawa ya rast qîmet kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button