SerekeSîyasî

Serokwezîrê Îraqê çûye Hewlêrê

Piştî êrîşa Îranêye ser paytexta Kurdistanê, serokwezîrê Îraqê Mistefa Al Kazimî çûye Hewlêrê.

Li Hewlêrê Mistefa  Al Kazimî rastî Mesrûr Barzanîyê serokwezîr û nevsên mayîne derecebilind hatîye û paşê li wan cîyha qesidîye, li kîderê şeva yekşemê ew êrîş hatibû mîyaserkirinê.

Piştî hevdîtinê, serokêwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî elam kirîye, wekî ew serokwezîrê Îraqêra qayîl e, wekî êrîşên dijî serbixwetîya Îraqê gerekê bêne pêşîgirtinê.

Mistefa Kazimî usa jî rastî lîdêrê kurd, serokê Partîya Kördistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî, hatîye.

Wextê hevdîtinê Kazimî ev êrîş çawa agrêsîya dijî Îraqê qîmet kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button