H’emû nûçeSereke

Ararat Mîrzoyan derheqa hejmara dîlên li Adirbêcanê daye dîyarkirinê

Adirbêcan 38 merivî li cem xwe çawa dîl xweyî dike, ji kîjana sê meriv şexsên sîvîlin. Derheqa wê yekêda, wextê civîna komîsîya parlamêntêye pêwandîyên der, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye.

“Li Adirbêcanê hetanî niha bi neqanûnî dîlên ermenîye leşkerî û şexsên sîvîl tên xweykirinê. Ermenîstan bi formatên cûre-cûre pirsa paşdavegerandina dîla nava meydana navnetewîda bilind dike.Niha li Adirbêcanê 38 şexs çawa dîl mane, ji kîjana sisê şexsên sîvîlin.Ew yek tiştekî balkêşe, wekî ji wan 38 merivî, du meriv pêşîya 16-ê mijdarê  dîl ketine”,-Mîrzoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button