H’emû nûçeSereke

Em bona destpêka hevraxeberdanên bo aşîtîyê hazirin: Paşînyan

Hûn haj pê hene, wekî piştî teqandina lûla gazêye li Arsaxê, 1O-ê adarê pêşnîyara Adirbêcanêye ji pênc xala ya bona normalkirina heleqetîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê teslîmî alîyê ermenî kirine. Me 14-ê adarê bersiva wan pêşnîyara daye û em berbirî welatên koma Mînskê bûne û me hîvî kirîye, nava wê pirsêda hevraxeberdanên bona aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda teşkîlkin. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê civîna hukumatê gotîye.

“ 21-ê adarê wezîrê Ermenîstanêyî karên der qîmetkirina Ermenîstanêye tomerî, ya hindava pêşnîyarên Adirbêcanê, bi dengê bilind belav kir. Ew qîmetkirin ewe, wekî nava pêşnîyarên ji alîyê Adirbêcanêda bona me tiştên qebûlnekirinê tunene, lê hemû pirsên rojevê yên bona aşîtîyê tam nînin. Me rojev daye tamkirinê û li ser wê yekê em hazirin hevraxeberdana destpkin. Hema wê rojê êvarê jî Adirbêcanê gaza Arsaxê da sekinandinê. Guhdarîyê bidine ser wekî Ermenîstan dibêje, wekî pêşnîyarên Adirbêcanê bona Ermenîstanê yên qebûlkirinêne, lê Adirbêcan jî gazê dibire.Eva şedetîya here mezine, wekî sîyaseta Adirbêcanê ewe, ku me ji rojeva aşîtîyê bide dûrxistinê”,- Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button