Kifşkirina cejina Newrozê li Moskvayê bi qedandina “Ey, Raqîb” ê destpê bûye.
Wextê derbazkirina cejina Newrozê, derheqa sazkirina koma fûtbolêda, ya bi navê Kurdistan, hatîye elamkirinê.
Minêcêrê koma fûtbolê Mehmed Îbîş gotîye wekî kom hevt meh pêşda hatîye sazkirinê, ku ciwanên kurda bighînine hev û serda zêde kirîye, wekî cejina Newrozê sîmvola azadîyê, yekîtîyê, dîrokê û despêka sala nûye.
Li Rûsîyayê ji 8OOO a zêdetir kurdên Rojavayê dijîn. Ewê rojê piranîya hazira kurdên Sûrîyayê bûne.