H’emû nûçeSereke
Serokê Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê wê li rêgîyonê biqeside

Serokê Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê, wezîrê Polonîyayêyî karên der Zbîgnyêv Raûn, ji 29-ê adarê hetanî 1-ê nîsanê wê bi seredan li Gurcistanê, Adirbêcanê û Ermenîstanê biqeside bo rasthatina tevî wekîlên dercebilind.
Li Gurcistanê wezîr Raûn wê rastî seroka Gurcistanê Salomê Zûrabîşvîlîyê, serokwezîr Îraklî Garîbaşvîlî, alîkarê serokwezîr û wezîrê karên der Davît Zalkalîyanî, serokê parlamêntêyî yekem Gîorgî Volskî bê.
Seredana xweye li Adirbêcanê ewê rastî serokkomar Îlham Elîyêv û wezîrê karên der Cêyhûn Bayramov bê.
Li Ermenîstanê Raûn wê rastî serokkomar Vahagin Xaçtûryan, serokwezîr Nîkol Paşînyan û wezîrê karên der Ararat Mîrzoyan bê.
Nava rojeva seredana wîda li rêgîyonê aşîtî û edalîye.







