SerekeSîyasî

Husêyn Kaçmaz: Tirkîya li Kurdistanê sîyaseta dijî zaroka mîyaser dike

Komîsîya zaroka ya HDP-ê prêss-konfêrans girêdayî wê yekêra derbaz kirîye, anegorî kîjanê hatîye dîyarkirinê, wekî mirina zaroka û zordarîyên hindava zarokada zêde bûne.

Serokê komîsîya zaroka Husyn Kaçmaz derheqa elametîya komîsîyayêye van axirîyada bîr anîye, kîjanêda derheqa xortê 16 salîda hatibû dîyarkirinê, yê ku li Ûrfayê mirîtî dîtibûn. Ew xort li wî cîyî dîtibûn, li kîderê polîsîya opêrasîyonên xweye telîmkirinê derbaz dike.

Li ser wêneya, yên ku xortê 16 salî malpera sosîyalîda belav kiribûn, dîyar bibû, wekî bombên gazê û sîlih tên kifşê. Ev yek şedetîyê dide wekî çiqasî hêsaye, ku zarokên kurd bikaribin  herine li wan nehîya. Aksêmê 16 salî 24-ê adara sla 2O22-a li wî cîhê opêrasîyonên polîsîyayê mirîtî hatibû dîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button