Paşînyanê serokwezîr bi têlefonê tevî sêkrêtarê ŞAY Êntonî Blînkên xeberdaye

Paşînyanê serokwezîr bi têlefonê tevî sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blînkên xeberdaye.
Herdu alîya derheqa pirsên rojeva pêwandîyên ermenîya-amêrîkîya xeberdane û qewînkirina hevkarîya dualîye nava govekên cudada girîng hesab kirine.Bona piştgirîya nava werguhastinên dêmokratîkda, serokwezîr razalixî elamî alîyê amêrîkî kirîye.
Nîkol Paşînyan û Êntonî Blîkên derheqa pêvajoyên li Qafqasîya Başûr, halê dora Qerebaga Çîyada, xeberdane. Nîkol Paşînyan halê li Arsaxê, pirsên hûmanîtarî raber kirine û bersiva Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî girîng hesab kirîye.
Alîya usa jî pirsên derheqa qewînkirina halê li herêmê gotûbêj kirine. Fikir dora pirsên vekirina rîyada û dîyaloga Ermenîstanê û Tirkîyayê hatine pevguhartinê.
Xeberdan usa jî derheqa şuxulkarîyên li meydana navnetewî, halê dora Ûkraînayê, çûye.