H’emû nûçeSereke

Wekîlê Ermenîstanêyî hertimî li şêwra UNESCO-ê bi axaftin pêşda hatîye

Wextê civîna şêwira UNESCO-ê wekîlê Ermenîstanêyî hertimî Krîstîyan Têr-Stêpanyanê bayloz, bi axaftin pêşda hatîye.

Nava axaftina xweda bayloz derheqa kirinên Adirbêcanêye provokasîyonda daye dîyarkirinê, bi kîjana azêrî mafên ermenîyên Arsaxê diteribînin, nava wanda usa jî mafê perwerdê.Ewî usa jî derheqa birîna gaza berbi Arsaxê daye dîyarkirinê û gotîye wekî rûyê wê yekêda qezîya hûmanîtarî pêşda hatibû. Têr-Stêpanyan bona wê yekê jî xemgînî elam kirîye, wekî 24-25-ê adarê hêzên azêrîya sîstêmên sîvîl dane ber bomba, ketine gundê Qerebaxêyî Parûxê.

Bayloz gotîye, wekî eva ji salekê zêdetire, ku Adirbêcan nahêle ku mîsîya UNESCO-ê here Qerebagê û cîda nasîya xwe bide wêrankirinên çanda ermenî û kirinên vandalîzmêye mayîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button