Hukumata Sûrîyayê dora mehelên kurdaye li Helebê girtîye. Derheqa wê yekêda teşkîleta Sûrîyayêye mafparêz ragîhandîye.
Li gorî wê melûmetîyê, dorgirtina wan mehela emirê 2OO OOO binelîyên edil dike bin qezîyayê, yên ku li wan herdu nehîya dijîn.
“Eva serê 2O rojîye wekî nahêlin ku xurek derbazî wan mehela bibe.Xêncî wê yekê gelek firînên nan xebata xwe dane sekinandinê, çimkî matêrîyalên anegor û bilindbûna biha nahêlin ku xebat bê kirinê”,- teşkîleta mafparêz nivîsîye.